Emel Seîd

Kiçim Şû Eka

Bi dengê: Emel Seîd
Diyalekt: Soranî
215
Êstaş her elêy dwênêye
Minal bû êsta bûkêye

Xoşewîstîm baranê bû wa gewrem kird wekû gulê
Key wa buwe mel hêlane cê bihêlê bo ser çilê
Nazim pê da heta emro
Yaxwa role bibin pîr û xero

Ho kiçe cwanekey malekey daye
Wa cêm ehêlê le rêy xoydaye
Her le xwey cwane cilî bûkênî
Xwaye xoşbextî bo kiçim bênî
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe hem diltengim boy
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe xoşe hem diltengim boy
Çawim wek dyarî pêşkeş kiraye
Pêm eda heta çawgerî buwaye
Be gerûyekî pir le giryanim
Elêm pîroz bê gyanî gyananim
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe hem diltengim boy
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe xoşe hem diltengim boy

Katê ke pêy girt cwantir bû dinyam
Êsta bew pêye wa erwa lelam
Ew dile cwan û biçkolaneye
Êsta bo ’eşqê mal û laneye
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe hem diltengim boy
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe xoşe hem diltengim boy

Bo gewrebûnî hesretim kêşa
Şewnexûnîm kird le derd û êşa
Minî be qurban erwa cergekem
Xoşî awatme şox û şengekem
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe hem diltengim boy
Kiçim şû eka erwa be rêy xoy
Hem dilim xoşe xoşe hem diltengim boy