Şewî tarîke lêm şêwawe rêga
Beyanî hat û zorî mawe rêga
Jyanî min wekû emşo wehaye
Berew her la derom besrawe rêga
Weten dêwanekey xotim
Weten min xakî ber pêtim
Eger bêy û qebûlit bê
Be dil serbazî ser rêtim
Deba baş têbga ew dujminî pest
Rewez wird nakirê hergîz be dardest
Debê kund her berew wêrane bifrê
Helo lew şaxe serberzane nabrê
Weten gyan û dilî daye
Weten deynêk le milmaye
Serî bê nirx û bê mayem
Le pênawî wetendaye
Biro rêwî besêtî çawnezêrî
Pelamarê nebey bo lanî şêrî
Gutûyane le lank ger bête der şêr
Wey hemû dujmin bezênin mê û nêrî
Weten hay jîn û jîwar
Weten qewm û kes û kar
Weten amêz û dildar
Weten bot demirim emcar
Eger mirdim weten lawanî to xoş
Eger zalim nema dewranî to xoş
Muxeyer bim le beynî to û beheşta
Le cennet dûr ebim seyranî to xoş
Eger xo qani’îş emro nemênê
Weten rebî weten xahanî to xoş
Dilim tenge pirêşanim demêke
Dilî min her demey laney xemêke
Xo hênde dilpirim pêm xoşe bigrîm
Ey ke firmêsk û henaseş merhemêke
Weten gyan û dilî daye
Weten deynit le milmaye
Serî bê nirx û bê mayem
Le pênawî wetendaye