Berhem Hesen

Be Ceste Lêrem

Bi dengê: Berhem Hesen
Diyalekt: Soranî
257
Be ceste lêrem be dil lewêwe
Bew bayey dejîm dê le lay towe

Agirêkim girtuwe bo dûrî balat
Rojan ejmêrim key dêmewe lat
Mirdin xoştire nek dûr bim le to
Sefer bê toyî agire û pişko
Sefer bê toyî kirdimî rencero

Be ’eşqî towe ejîm ta mawim
Ger le to dûr bim helnayet çawim
Beweş dilxoşim gyanî şîrînim
Car car le xewa şewan eybînim
Car car le xewda şewan eybînim
Ay şewan eybînim

Serdemanêk bîr û xulyam baxekanî serçinar bû
Legel şiney yadyan ejyam cê nizirgey malî yar bû
Min ew sate ’eşqî yar û şiney darî çinarim têkelaw kirdibû
Xemim le kolî herzekarî key nabû
Êstaş her wa bew yadewe ejîm heta mawim
Serçinar ekeme serdêrî şî’ir û sozî dilî netasawim