Dîsan barane ay rêze be rêze
Dayme çawêkim ay le rêy karêze
Er wey barane û nazanim boçî
Yarim barî kird
Bo bo bo negeyme koçî
Dîsan barane ay nim nim debarê aman
Tik tik le gonay ay yar dête xwarê aman
Er wey barane û nazanim boçî
Yarim barî kird
Bo bo bo negeyme koçî
Dîsan barane ay nim nim û taw tawan
Eda le gona ay legel zulfî xawan
Er wey barane û nazanim boçî
Yarim barî kird
Bo bo bo negeyme koçî
Felek ey we bextim ey bawanim erê çi nerdê şanay
Namey heyatim ey bimirim ey we hîç newanay
Erê mezre’ey şadîm ’ezîzim azîz day we fenada
Felek ay
Pûşekey cestem ey bimirim ey we sozey ba da
Ey wey wey lal bim ax
Dîsan barane ay rêze be rêze
Dayme çawêkim ay le rêy karêze
Er wey barane û nazanim boçî
Yarim barî kird
Bo bo bo negeyme koçî
Honrawey meqam: mewlewî