Elî Zendî

Niyaz (serdemêk Bû)

Bi dengê: Elî Zendî
Diyalekt: Soranî
236
Serdemêk bû bê nexme bû baxçey jyanim
Bê wirte bû naw hêlaney bulbulekanim
Lerey dengî şadmanî û neş’em xinkabû
Şepolî bay behre û coşim meng rawestabû

Nahumêd bûm wam ezanî derdêke karî
Berew pîrî çûn hênawye dyarîy êcgarî
Çawenwar bim sa key gerdûn gerdûnî bê bak
Canewerî gor han eda bimkate xorak


Qulpî geşî xwênî cwanî dêtewe leşim
Dîsan şebeq eda asoy asmanî reşim
Lew rojewe dîwme sîhrî zerdexeney to
Dinyay derûn melekanî hatûtewe go
Serdemêk bû bê nexme bû baxçey jyanim
Bê wirte bû naw hêlaney bulbulekanim
Lerey dengî şadmanî û neş’em xinkabû
Şepolî bay behre û coşim meng rawestabû

Honrawe: goran