Elî Zendî

Fuxan Yaran

Bi dengê: Elî Zendî
Diyalekt: Soranî
219
Fuxan yaran werin hawar de binwarn bo kirdarim
Le pêşî karwanî xem wekû serdar û salarim
Bilêsey mecmerî sînem be wêney mexmerî sûre
Wekû espend û ’ud û sûtam kesê neypirsî hawarim

Xemî konim le dil naçê xemî nwê dête ser wextim
De malî xem be awa bê ke herdem dê be hawarim
Peşêwî çerxî dewran û şemî bezmî reqîbanim
Rewalet rûn û nawdil reş be leş naxoş û bîmarim

Wekû katê gelay zerdê desî ber bê leser darê
Dilim tenge le tenyayî ne hawrazê ne xemxiwarê

Ter debin rûy çîmen û lêwî şikofey cwanî dar
Ba minîş wek şorebî ser danewênim bo behar
Ey pepûley şoxî nexşîn pê leser gul damenê
Wa were nek helwerê xo jînî dîkey nadenê
Ço le dawênî çya ey gul eger to helwerî
Naye kes bo seyrî daristan û sirwey sêberî

Le tarîkî jyanmida le sûçî serdî zîndana
Be morey nerdî nakamî becarê ’umrî xom dana
Belê ewsake lawê bûm welê êsta weha pîrim
Heye be carê beserhatî xemînî xom nîye bîrim
Fuxan yaran werin hawar de binwarn bo kirdarim
Le pêşî karwanî xem wekû serdar û salarim
Bilêsey mecmerî sînem be wêney mexmerî sûre
Wekû espend û ’ud û sûtam kesê neypirsî hawarim

Honrawey meqam be hendêk gorankarîyewe: mamosta şerîf