Nasir Rezazî

Ho Wilatî

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
463
ho wilatî pir cexar û pir xem û gule baran
Têpere lem mêhnete ser kewe bo ser kosaran

Şewî weycûre em sate desa werçerxê zeman
Kurd kolole û bê penaye naley degate asman
Ho wilatî pir cexar û pir xem û gule baran
Têpere lem mêhnete ser kewe bo ser kosaran

Wişke sale zewî kire wilat ta bilêy qaqre
Şînayî û wişkel zerdin
Gul laremil leser herdin
Hewa germe gul dewerin
Şîwen bgêrin dewerin

Giyanleber delêy bê giyane
Ewey manay nîye jiyane
Jane jiyan jiyan merge
Zûxawî dinyam be cerge
Wey zalim wey zalim
Komel tawlemey geşawe
Rojê sed çîn raweşawe
Beserhatêke diltezên
Xefet hêner şadî bezên

Be fermanî helako xan
Gul nabê şîn bin le baxan
Namûs, heya, şeref firî
Qalaw beser gulda qirî
Ewro rojî dirk û dale
Dirû beser gulda zale

Giyana estêrekan mat û newîn
Delêy pakî çespî zewîn
Xende leser lêwan qatin
Însanekan kiş û matin
Ferheng û zanîn bê qedre
Wilat lîpawlîpî xedre
Wilat pakî buwete bestên
Ax bo rolanî tole estên

Şew be şewqî spêdeye kes xewî lê nakewê
Bê yek girtin mehale derçûn le fîtney xaînan
Ho wilatî pir cexar û pir xem û gule baran
Têpere lem mêhnete ser kewe bo ser kosaran