Selah Xizrî

Beytî Azîzê û Goranîy Kiras Zerdê

Bi dengê: Selah Xizrî
Diyalekt: Soranî
290
Ey were gulê
Dey were gule cwanê
Ey were gulê
Hey were were gulê
Were gule cwanê sîng sedefê memk fîncanê
Dayk hidûdî bab kehlanê
Were gulê eger eto hidûdî ’edaletî mihendekî
Were gulê
Were gule cwanê sîng sedefê memk fîncanê
Dayk hidûdî bab kehlanê
Were gulê eger eto ’edaletî mihendekî
Pêm bilê mor û nuqte û desxetî dewletêt kwanê hawar gulê
Were gulê
Were gulê emin celabim lê radewestanê
Celab xanê be çeqoyekî elmas bom dehatin be ’ezmî le ser danê hawar gulê
Were gulê eger qedemî mebarekit rence deda*???
Çendit bendî de dîwan rizgar dekirdin le bendîxanê hawar gulê
Ewe pareke wa mecal *??? le mabeynan
Na wela yarkolêy xom bûy edî ewsal ke be sardî payzê meyl û merhemetî caranit kwanê hawar gulê
Dey were gulê
Dad hay gule cwanê

Ey were gulê
Dad û hawar hay were gule sûrê
Ey were gulê
Were gule sûrê
Hey were were gulê
Were gule sûrê
Qedbarîkey qedbilûrê
Na wela be hezretî dawid ke meger dexwênê tewratê legel zebûrê
Be hezretî mûsa ke meger hezar û yek kelîmey ’erzî bînayî çawan dekird her leser kêwî de tûrê hawar gulê
Were gulê gulêm
Be hezretî ’îsakem eger awela*??? sertapa dexulqa le koy de nûrê hawar gulê
Were gulê emin daxêk û sêsed mexabnî de dinyayem dekujê bew de’bayekî wekû sîsarke keçeley eger hêlaney xoy dekirdewe leser pelkî gulî na wela gule sûrê
Were gulê
Emin na wela delêm were gulan min û to simêl û biskan têkel keyn
Mirdin de’bayekî zerendeye
Hezretî qabîz pyawêkî bê molete
Ne le hîçanman xoş debê
Na wela ne le hîçanman debûrê
Ey were gulî
Dad hay were gule sûrê

Qurbanit bim xwacey ’etar
Rêm pê megre be minî hejar
’etirim pêye bo zulfî yar
Wey kiras zerdêm lê alawe

Kiras zerdê wey kiras zerdê
Wey kiras zerdêm lê alawe
Kiras zerdêm bo biken be bûk
Bom berne baxî şeqlawe

Ser helêne eminit mirim
Wey leber xendey lêwit mirim
Xo min le karbiray çatirim
Wey kiras zerdêm lê halawe

Qurbanit bim caran ça bûy
Zor dostêkî be wefa bûy
Be qisey xelkî tewela bûy
Hey kiras zerdêm lê alawe

Kiras zerdî al û abî
Şermendey dergay xuda bî
Ca dilêm bimdeye maçê
Wey be naz kulmey dênê rabî
Ca dilêm bimdeye maçê
Wey be naz kulmî dênê rabî

*???= ew wişaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.
Zor sipas