Gwêm bo radêre bes tenha emşew
Le dû dîdey min mîwan nabêt xew
Bes tenha emşew to mîwanim be
Helgirî nazî hest û sozim be
Rayjêne tawê bêşkey dilî min
Damrênewe kulî giryey min
To bûy awdêrî baxî derûnim
Îlhamî şî’rî bestey ewînim
Çon destit têy çû ew baxe cwane
Wa pêşêlî key bî bezeyyane
Em heze dîle rû bika berew kwê
Ahî eşkî min obalî be kê
Bê sorax û şwên wa bûm serero
Bûm be helgirî bargey xemî to
Çon dilit twanî dilim bişkênê
Dastanî ’eşqim heres pê bênê
Ew swê heta ser le dilim dernaçê
Bê wefayî tom her le yad naçê