Deştî Kelhurî

Dilim Emşew

Bi dengê: Deştî Kelhurî
Diyalekt: Soranî
230
Dilim emşew bêqerare
Bo ew yare bêdare
Meylî şîn û giryanî heye
Meylî bînînî yarî heye

Le cargay camî yarane toy lê nebî min tenham
Le beharî ’eşqimda to tenha gulim bûy
To gulalesûrey beharî baxî ’eşqim bûy
Dilim emşew bêqerare
Bo ew yare bêdare
Meylî şîn û giryanî heye
Meylî bînînî yarî heye

Biryar bê ta rojê mawim her be yadî towe bijîm
Çawerwanî rojê ebim ke carê tir bitbînim
Ger depirsî le halî min perîşane bo dîdarit
Ger depirsî lem diley min perîşane bo dîdarit

Beharî ’îşqî min wa roy çî debê bigerêtewe
Yar ey dad
Dil perêşan, ser sergerdan
Yar ’ezîzim ey dad
Boye min mestîm gelê le hoşyarî pê xweştire
Em xerabate ke hoşyarîye le mestî serxoştire
Ay ’ezîzim ey dad

Biryar bê ta rojê mawim her be yadî towe bijîm
Çawerwanî rojê ebim ke carê tir bitbînim
Ger depirsî le halî min perîşane bo dîdarit
Ger depirsî lem diley min perîşane bo dîdarit