Rênas wirya

Çawekanit

Bi dengê: Rênas wirya
Diyalekt: Soranî
425
Dilim her ew diley carane û êstakeş enalênê
Henasey sardî nakamîm le sînemda etasênê
Peçet lade bibînim rût emin xo seyrî to nakem
Le rûy towe tê’egem yezdan çilon nexşêk enexşênê
Ke tîşkî roj eda zaxawî pirçî zerdî zêrînit
Lelam qews û qezeh hîç rewneq û şewqêkî namênê

Çawekanit bêdeng edwên
Nîga eken zor şit elên
Ewey be dem naydirkênî
Ewey lat bote nihênî
Her katê sernicyan edem
Aşkira lêyan tê’egem

Çawekanit cûtê xorin
Wan be asmanî dilewe
Siruştîş şitî lê dizîwin*
Wa be rûmetî gulewe
Gulîş boye pêkenîwe
Xendey le lêwit dizîwe
Çawekanit bêdeng edwên
Nîga eken zor şit elên
Ewey be dem naydirkênî
Ewey lat bote nihênî
Her katê sernicyan edem
Aşkira lêyan tê’egem

Çawekanit cûtê çiran
Bo rûnakî rêm helkiran
Le rêy sextî berew jûra
Be şwên hîway berz û dûra
Nîgayan wize û tînme
Têşûy seferî jînme
Çawekanit bêdeng edwên
Nîga eken zor şit elên
Ewey be dem naydirkênî
Ewey lat bote nihênî
Her katê sernicyan edem
Aşkira lêyan tê’egem
*= lew şwêneda goranîbêj deqî goranîyeke be ‌hele dexwênê û deqî dirûstî "siruşt tîşkî lê dizîwin"e.
Honrawe: fereydun ’ebdul