Min dilopêk eşkî ter bûm kewtime deryay çawantewe
Baldarêkî bê lane bûm balim da be asmantewe
To le dilmay belam çî bikem ke min hêşta le xom dûrim
Lewetey hem dilişkawim le naw ’umrî sewz û sûrim
Zor etirsim îtir nawim nebîstimewe be dengî to
Wa becarê kal bibmewe hergîz negem be rengî to
Herasan bûm çunke ’îşq serabêkî pir xubare
Wek reşebay sileymanî gul şiksitey naw behare
Îtir be gul firîw naxom bonî dyare bêwefaye
Satê legel pepûleda satê legel şemaldaye