Fetane Welîdî

Behar Feslêkî Xoşe

Bi dengê: Fetane Welîdî
Diyalekt: Soranî
221
Min gulî naw baxanim
Min bulbulî xweşxanim
Min zînetbexşî bax û gulşenim
Xunçey beharim
Minîş bulbulim ’aşiq be gulim
Şeyday gulzarim

Hawirdim mujdey behar
Xewxam xiste naw gulzar
Beh beh le behar
Behar feslêkî xweşe
Heway daym dilkeşe

Perwerdey des şemalim
Le dîdarit xweşhalim
Şemal ’etrî min bilaw ekatew be deşt û kosar
Min boy tom jineft wêney dêwane rûm kirde gulzar
Eşkofim le wext beyan
Nazit dekêşim be gyan
Beh beh le behar
Behar feslêkî xweşe
Heway daym dilkeşe

Lafî ’aşiqî lê meye
Besye to tanem lê meye
Lafî ’aşiqî lê meye
Tuxwa to tanem lê meye
Aramit nîye pabend gulêk nît bê wefa bulbul
Meqsûdim toye boye enîşim lem gul bo ew gul
Ay boçe nagrî qerar
Etirsim le tîjîy xar
بەە بەە le behar
Behar feslêkî xweşe
Heway daym dilkeşe

*: tikaye eger nêwî goranîbêjî dûhem dezanin le beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.
Zor sipas