Mihemed Mamlê

Meqamî Lew Rojewe û Goranîy Hewrî Le Kol

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
292
Lew rojewe ke dûr kewtewe sayet le serî min
Sûtawe le tawit hemû gyan û cigerî min
Ax cergim hemû let let bû be sêlawî sirûşkim
Çibkem ke be derya çuwe le’il û guherî min?
Ax deyfermû leser xakî derî xoy ke minî kuşt:
Cennet bese bo xwênî şehîdî nezerî min
Qed wa debê xakî derî to tacî serim bê?
Ew dewlete bo min nîye, ey xak be serî min!
Ax zulifit ke wekû şamî xerîbane lewêda
Halî çîye daxuda dilekey derbederî min?
Ax wek bulbulî şeyda be hezar nexme dexwênim
Carêkî gulim gwê bide naley seherî min

Bîke bo xatir cwanê gyan hezretî mûsa
Ger muslimanî cwanê gyan tefredan bese
Hewrî le kol bazne le qol sîng nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe de baweşt bigirim
Ey hemû beyanan pêm xoşe de amêzit bigirim

Korpey dilekem cwanê gyan girye û zar deka
To xot deyzanî nazenîn bo hawar deka
Hewrî le kol bazne le qol sîng nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe de baweşt bigirim
Ey hemû beyanan zor xoşe de amêzit bigirim

Ax henasey sardim ey hawar de malim gerê
Ew şadîyet bê min ya rebî lêt we şîn gerê
Hewrî le kol bazne le qol sîng nerim û nol wexte le swêt bimirim
Ey berî beyanan pêm xoşe de baweşt bigirim
Ey hemû beyanan pêm xoşe de amêzit bigirim

Honrawey meqam: wefayî