Hesen Derzî

Bade

Bi dengê: Hesen Derzî
Diyalekt: Soranî
207
Tînûye demêke çemenî baxî ewînim
Em baxe bidêre were mey bêre serînim
Destî xemekem bigre le meyxane beder ke
Rêgey mede êre were lem meste hezer ke

Na na lêgerê bakû bimênêtewe gyane
Em kotre wêlane dilî girtuwe lane
Bo mey nîye saqî ke pena dênme êre
Her kes be şerabî xemî cananeyê têre

Min hemdemî badem ke xemî sîne be ba dem
Destim gire gyane were bispêre be badem
Saqî guzera şew be fîdatim were dêre
Dil tenge, direnge, were sa bade bigêre

Honrawe: mamosta şerîf