Ebas Kemendî

Cewrî Hebîb

Bi dengê: Ebas Kemendî
Album: Kîjî Ladê
Diyalekt: Soranî
240
Emkujê hukme ezanim be xuda cewrî hebîb
Bese sa le rêy xuda des le yeqem berde tebîb
Tal’im nehse etirsim ke le jêr barî fîraq
Bimirim û rojê nebê dewletî wesilim we nesîb
Emkujê hukme ezanim be xuda cewrî hebîb
Bese sa le rêy xuda des le yeqem berde tebîb

Were destit binê nêw destim û pêkewe bidwîn
Ba wekû sifre le daxa bidrê wirgî reqîb
Çawî fettaneweye ya nergisî cadûyyete*???
Çun be yek ’îşwe eda zahîdî sed sale ferîb
Ta le to dûre dilî xemzede ey rahetî gyan
Meşrîq û mexrîbe mabeynî legel sebir û şekîb

Bê feraz nabê neşîb, em qise tehqîqe belam
Min le rêy ’eşqî to nemdî be xuda xeyrî neşîb
Şêx egêrêtewe ger çawî be zulifit bikewê
Xerqe û sebhe be zunnar û çelîpa û selîb
Taqetim taqe le jêr barî xemana gulekem
Bike rehmê be dilim, çake terehhum be xerîb
Emkujê hukme ezanim be xuda cewrî hebîb
Bese sa le rêy xuda des le yeqem berde tebîb

*???= ew beşeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî 'raportî hele' bomanî binûsin
Zor sipas
Honrawe: şêx rezay talebanî be hendêk gorankarîyewe