Eme salêke le dûrît dile dêwaneke keyle
Eme salêke bê arame be dîdar û be meyle
Eme salêke ’ezîzim nûr le çawanî reqîbe
Çawî mecnûnî perêşan be temay dîtnî leyle
Bû be salê bû be salê bû be salê
Dil le dûrî to denalêt û denalê
Bû be salê bû be salê bû be salê
To le em bêkese napirsî hewalê
Were gyane were gyane werewe feslî behare
Feslî ’eyşe feslî naze mosemî bûte kenare
Were gyane were gyane ke le sehnî çemen û gul
Mey binoşîn gwê le ney deyn û bikeyn ’umrî dûbare
Bû be salê bû be salê bû be salê
Dil le dûrî to denalêt û denalê
Bû be salê bû be salê bû be salê
To le em bêkese napirsî hewalê
To çûzanî dilî zarim le feraqî to çilone
Min ezanim dûrî balay to çi derdêkî le şone
To çûzanî to ke her katê le lay newgulê şadî
Min ezanim ke dilî min her be yadî dilî kune
Bû be salê bû be salê bû be salê
Dil le dûrî to denalêt û denalê
Bû be salê bû be salê bû be salê
To le em bêkese napirsî hewalê
Min nemzanî min nemzanî ke be çon dawê esîrim
Min nemzanî ke be yek sale eka ’îşqî to pîrim
Eme yek sale to dûrî wekû sed sale ’ezîzim
Min nemzanî eme sed sale le dawî tu neçîrim
Bû be salê bû be salê bû be salê
Dil le dûrî to denalêt û denalê
Bû be salê bû be salê bû be salê
To le em bêkese napirsî hewalê