Ebas Kemendî

Bûke Razawe

Bi dengê: Ebas Kemendî
Album: Kejawe
Diyalekt: Soranî
193
Bûke razawey royay şîrînim
Kilpey awatim estûrî jînim
Becêm meyle le tiropkey xeyal
Ebjiwêmewe derkem per û bal
Emşewe emşew zemawendî to
Ey wey daye ro wey wey babe ro

Tuxwa ezîzim gyanim bînayî çawim
Be kê dilim bem gulim le to birawim
Be bonî kam gul xanim rû keme kam bax
Her to gulim bûy bilêm ey dax û wey dax

Dengî saz û dehol le malî toye
Le malî ême şîn û roroye
Ayne û şemdan danay beranber
Wey rencero xom ey xakim be ser
To dîwaxî sûr min tenpoşî reş
To be pêkenîn min firmêskî geş

To bûy be ba’îs xanim jîn û heyatim
To bûy be ba’îs gulim hat û nehatim
Xuda bikêşê xanim şole gyanit
Şole bikêşê gulim le çawekanit
Min bûm muşterî xal bê xewşeket
Ey min be sergerd xakî kewşeket
Min sikem be naw mehbûbît lêda
Rewacim pêda be şar û dêda
Bo bêganeyê minû le bîr bird
Ey bê bela bî wate boçî kird