Cwanî bala û dem û çaw
Behrey ta ser nîn bo pyaw
Hezar çawciwan qedbarîk
Hatûm bibme awalî
Kewtûnete rêy tarîk
Kewtime hewarî xalî
Ey dile rencero bî
Her wekû rencero bûy
Min pêm wabû to dostî
Hatûm bibme awalî
Dostêkî serbexo bûy
Kewtime hewarî xalî
Lêm mepirsin, lêmgerên
Be dway minda megerên
Ême çawman le wî bû
Hatûm bibme awalî
Ew çawî we laderê
Kewtime hewarî xalî
Behar royî gul nema
Şadî bo bulbul nema
Berg û neway dil nema
Hatûm bibme awalî
Becê hêştim nemzanî
Kewtime hewarî xalî
Xo detfermû bo to nabim
Çonî defermûy ta wa bim
Kewtûme bendîxanê
Hatûm bibme awalî
Be yadî towe mawim
Kewtime hewarî xalî
Dwênê dîm le rêy kanî
Destim bird bo memkanî
Pêm gut ’aşiqî balay tom
Hatûm debme awalî
Bo be derdim nazanî
Kewtime hewarî xalî
Ax bew gwarey be gwêtewe
Wexte swêm bo bênêtewe
Sîngit befrî qendîlî
Hatûm debme awalî
Be şineyêk ba detwêtewe
Kewtime hewarî xalî
Rawesta leser bîrê
Leber destimal herîrî
Çendî xom mecbûr dekird
Hatûm debme awalî
Destim bo helnagrê
Kewtime hewarî xalî
Dinyay fanî baş karwansera reng
Nîwêk we dilşad nîwê we dilteng
Qebirim helkenin bêhalim xeylî
Tund tund bimpêçin be zulfî leylî
Ewa min derom xot û dileket
Amanetit bê tenya guleket
Serêke mestî nazim
Dilêke bot nemawe
Dilim heqî be deste
Hatûm debme awalî
Fetway serî dirawe
Kewtime hewarî xalî