[sî şewey] remezanê ferze leser umetê
Le dinyaye bom nebî çît lê bikem le qyametê
Ba wa bê, ba wa bê destim le memkî dabê
Eger zedey pê bênim serpencem kolewar bê
Bejinit wekû çinare le derawan helçuwe
Bejinit wekû çinare wey le derawan helçuwe
Leser ew çawe cwaneş pênc ferzey nwêjim çuwe
Ba wa bê, ba wa bê destim le memkî dabê
Eger zedey pê bênim serpencem kolewar bê
Erê derdêkî dawmê gyane dermanî nekird
Erê şemal be befrî gyane kwêstanî nekird
Ba wa bê, ba wa bê destim le memkî dabê
Eger zedey pê bênim serpencem kolewar bê
Erê be şilêwe û baran gyane memnêjin yaran
Erê ta dête ser qebirim dîdem xerîbî şaran
Erê dêne ser qebirim wey wey xerîbî şaran
Ba wa bê, ba wa bê bo debê tewela bê
Zerdexendêkit bêtê ca dinya xerab nabê
Zerdexendêkit bêtê xo dinya xerab nabê
Erê zêrnok û miryemokin becût deçne xirnokê
Hewt qetarî wiştiran nardûmete kerkûkê
Barxane û barî bar ken xalîs bo cilkî bûkê
Ba wa bê, ba wa bê bo debê tewela bê
Zerdexendêkit bêtê xo dinya xerab nabê
Delê kabra çilonî? çilonit têk ehênim
Bêt û her wam lê pirsî me’lûme min namênim
Derom tewela debim kes nenêrî bo şwênim
Ba wa bê, ba wa bê bo debê tewela bê
Zerdexendêkit bêtê xo dinya xerab nabê