Mihemed Mamlê Ehmed Şemal

Baran Barane

Bi dengê: Mihemed Mamlê û Ehmed Şemal
Diyalekt: Soranî
407
Tif le şertekey nîmetemamit
Xo min esîrim qesem be namit
Baran barane sehray kird rengîn
Yar xudahafîz be dilêkî xemgîn
Wergeram le dîn

Qesr û xaneqîn serhedî ’êran
Hemûy be qurban çawekey ceyran
Baran barane hewr û helaye
Lêmgerê ba min bimirim yar be tenyaye
Yar be tenyaye

Xo to swêndit xwar ke min kemşerit nîm
Kemşertêkey to be çawî xom dîm
Baran barane debarê baran
Le çî degerêy le gulî beharan
Hemû êwaran

Her xom çakim kird dilekem bestewe
Nemda be destî hemû kesewe
Baran barane hewr û barane
Yar xudahafîz des lêkberdane
Awrî tê berdam be mehremane
Bimderê maçê mal bê kabane

Ax be tobe tobe tobey min fêle
Be tobe tobe tobey min fêle
Kirasêkî bidrû cêy destim bêle
Daxuda çarenûs be dway kê wêle
Be dway kê wêle
Baran barane sehray kird rengîn
Yar xudahafîz be dilêkî xemgîn
Wergeram le dîn

Des leserî des min xizmetkarim
Be cwabdaneket her minetbarim
Baran barane hewr û helaye
Lêmgerê ba min bimirim yar be tenyaye
Yar be tenyaye

Ax qelay merîwan palim da pêwe
Qelay merîwan palim da pêwe
Qelakem rûxa pal dem be kwêwe
Baran barane debarê baran
Le çî degerêy le gulî beharan
Hemû êwaran