Malwêran xom serinc werî awî çawim wişkayî nehat
Serî kasim çawerwanî koşî to bû ey boçî nehat
Ey boçî nehat?
Boçî nayeyt xo biryar bû bin em dare cêjwan bê
Wekû rojan gelay werîw le terzey maç herasan bê
Ey emêsta hewarit kwa hewrî sewzî em diley min
Xo bebê to lêle çawim wişke kêlgey em diley min
Ey emêsta ke to winî destî hana bo kê berim
Le rehêley em xurbete çî bikeme çetrî serim
Çî bikeme çetrî serim?
Ho deryaçey ewînî min le her kwê hey deng helbire
Be dilî kam byabana roştî ser helbire, ser helbire
Ser helbire û gomî sûrî çawerwanîm bihejêne
Ser helbire û masîy rohim lem zonkawe derbihêne