Nasir Rezazî

Şorê Malim Şorê

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
416
Erê ew çawe ciwanet dêwaney kirdim
Erê le dayk û babim bêganey kirdim
Şorê malim şorê derd û dermanim şorê
Herçî dêyt û radebrî xwên le birînim deçorê

Erê zulfit be rûda perêşan meke
Erê hezarî wek min sergerdan meke
Şorê malim şorê derd û dermanim şorê
Herçî dêyt û radebrî xwên le birînim deçorê

Erê besim lê bigre seransoy banî
Erê le min malî zor, le toş ciwanî
Şorê malim şorê derd û dermanim şorê
Herçî dêyt û radebrî xwên le birînim deçorê

Erê kaşkay roj ezel nebway be yarim
Erê nebway be baîs dilekey xembarim
Şorê malim şorê derd û dermanim şorê
Herçî dêyt û radebrî xwên le birînim deçorê