Mîkaîl Mehabadî

Şûşey Şikaw

Bi dengê: Mîkaîl Mehabadî
Album: Rojgar
Diyalekt: Soranî
248
Heta çawim le kara bû rengê nehate ser çawim
Heta dilim wek şûşe bû şikandyan hest û henawim
Taze gulim min natwanim legel xom aşt bibmewe
Wekû befrî çiley zistan beser xoma bitwêmewe

Dilim wekû şûşey şikaw xem beseryada barîwe
Baldarêkî rêy barane le asmanî xoy tirnîwe
Gelayêkî xornedîwim payz wîşkim ekatewe
Wa reşeba be yekcarî destim le çil ekatewe

Rêy şîrîn û talîm birî keçê hêşta seretaye
Xewn û rastîm lê win buwe û xozgeş be naw dilma naye
Wekû hewrê dêt û derwa tawe rêjney bîr çotewe
Çawî mandûm bo baranî firmêskî xom kirdotewe