Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Ser keme ser ranit gyan pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye ramjêne bilê mindale
Ger bû yekcar çeqey kird bimşêle bilê bê hale
Baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit le kwêye?
’aşiqî balay lêw’al bûm malyan le şaredêye
Ew dilem buwete mecnûn şêtî çawî leylîye
Yalla ya sultan hawar derwanête burhanî
Seyzade barî kirduwe nema le seholanî
De were dest le milanit bim boç be derdim nazanî
Ca ew derdey min dekujê jinî guley mêrdanî
Baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit le kwêye?
’aşiqî balay lêw’al bûm malyan le şaredêye
Ew dilem buwete mecnûn şêtî çawî leylîye
’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Singit penîrî tere zulifit gyabend û xawe
Kelekey çepim kune lêw’al be mist lêydawe
Awrî le min berdawe leser çîm lê torawe
Baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit le kwêye?
’aşiqî balay lêw’al bûm malyan le şaredêye
Ew dilem buwete mecnûn şêtî çawî leylîye