Sê car bew mangey xermaney dawe
Gulim sûregulim boçî le min torawe
Pêy bilên aske şêt meylî minî nawe
Bebîlla cerg û dilim pakî sûtawe
Boç eminit nawê tuxda boç eminit nawê
Hatuçoyeket bîlla lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be dînim yarî xom dewê
Kifnekem bibirn bew mewday miqest
Şerte meyleket bîlla bernedem le dest
Bo to nemawim şêtê askî çawmest
Bo to nemawim bîlla ey askî çawmest
Boçî minit nawê pêm bilê boç eminit nawê
Hatuçoyeket bîlla lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê
Heste le xewê cwanê bizane çîm dewê
Le gerdinî zerdî cwanit dû maçim dewê
Her kes lêkî kirdîn hew kostî kewê
Axir boçî pêm bilê boç eminit nawê
Hatuçoyeket bîlla lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê
Şerte ta demirim cwanê ’aşiq îxlas bim
Ke’be kec nekem bîlla her to şinas bim
Le re’yet derçim emcar tenya bilbas bim
Axir pêm bilê tuxda boç eminit nawê
Hatuçoyeket bîlla lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê
Le dûrî balat cwanê bûm perewaze
Xembarit kirdûm bîlla zor bê’endaze
Beqat pê nakem de biro jin bê mecaze
Axir pêm bilê boçî to eminit nawê
Hatuçoyeket cwanê lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê