Birwane şayye çopîye lew male
Gwê bigre dehole, zurnaye, şimşale
Zerd û sûr têkelawin jin û pyaw heraye
Sa tuxwa xêra ke ba biroyn des bigrîn
Be kamî dildarî ke wa pêkewe, pêkewe helperîn
Gul nebê bo serim zerd çepkê al çepkê
Nayem bo zemawen, nayem bo helperkê
Kiç le rêy cwanîta, kiç le rêy cwanîta
Kiç le rêy nîwnîgay hatuçoy kanîta
Payze gelay dar rijawe bax rûte
Gul kwanê! gul lêwî be bize pişkûte
Gul nebê bo serim zerd çepkê al çepkê
Nayem bo zemawen, nayem bo helperkê
Bitdaye dil be min be hemû me’nawe
Dû çepkit bo dênam le baxçey paşawe
Lew nawe her harey heyasey to naye
Baxçey paşa lewber awe lewber awe
Xêlî dujmin dewrey dawe
Erom rêgam lê gîrawe
Narom çawkal lêm torawe
Baxçey paşa wird geram xwar û jûr
Zerd hebû bom çinît, çing nekewt gulî sûr
Nazanim îtir dêyt bo şayî û helperkê
Na, nayem bo serim sûr çepkê
Nazanim îdî dêyt bo şayî û helperkê
Na, nayem gul nebê bo serim sûr çepkê
Natewê em zamî ser dilem lebatî?
Hey hawar tifengî dujminîş pêkatî?
Rakşê tawê ser binê ser ranim
Ba bigrîm bo dilê, bo gulê doranim
Honrawe: goran