Le yekem rojî behar gulan dem ekenewe
Coş û xiroşî cwanî we bîrim exenewe
Nazarî, cwanî dyardey cwanî behare
Dildarî û dezgîranî le lay yara dyare
Nexmey bulbul, qaspey kew nesîmî berbeyanî
Dilan dexate wîrey bezim û nezmî goranî
Behar û cejin û şadî dêne korî dildarî
Peymanî berdewamî debestin be yekcarî
Hajey tavgey rûbaran le dîmenî beharan
Dilan dexate bîrî dîdarî tazeyaran
Peyman û belênî le behara pîroze
Dildarî û dezgîranî wek behar û newroze
Ke dapîrey nîştimanim alay bûnî gelekemî daye destim
Pêy sipardim heta çya bepêweye, heta rûbar berêweye
Heta kesêk lem cîhane be zimanî kurdî bi’axêwê
Debê alay nîştimanim berz berz, qurs û qaym şekawe bê
Fîdakarî û têkoşanim lêweşawey newey em çerxey kawe bê
Newroz û bîrewerî kurd û kawe û serkewtin
Dilan dexate bîrî hawpêwendî û yekgirtin
Pîroz bê pîroz bê behar û cejnî newroz
Pîroz bê pîroz bê le komelanî dilsoz