Qadir Elyasî

Derdî Dûrî

Bi dengê: Qadir Elyasî
Album: Derdî Dûrî
Diyalekt: Soranî
256
Na meço cwanê meço wawe meço
To firîwî zêr û zîwî wan mexo
Ew hewesbazane cêy mitmane nîn
Her dezanin gulçinîn û bey rinîn

Wa were dey wa were nizîk be lêm
Bimdeye mey, bimdeye mey ta delêm
Mestê mestem saqya destem bigîr
Ta neyoftadem zê pa destem bigîr

Ca ke serxoş bûm be dengêkî newî
Bot delêm ew şî’re berzey mewlewî
Bişno ez nêy çon hikayet mîkoned
Wez codayîha şêkayet mîkoned

Derdî dûrî derdî dûrî kuştimî
Derdî wişyarî û sebûrî kuştimî
Yadî yaran û wilatim roj û şew
Lêy heram kirdim qerar û xurd û xew

Xemrewênêk lêre min nakem bedî
Çon pena bo mey nebem saqî edî!?
Nabînim xak û wilat û şarî xom
Nabînim nasyaw û dost û yarî xom

Rû le her layê dekem namoye bom
Nabînim cêjwan û kewnelanî xom
Şew dekêşim şewnxûnî û bêxewî
Roj deçêjim derd û daxî bê ewî
Helbiram min le yarî nazenîn
Derkirawim min le xakî dilinşîn
Bûme aware û perîwey dûrulat
Kewtime nêw wirdedawî rêy necat

Honrawe: hêmin
Zor zor sipasî mamosta qadrî xoşewîst dekeyn ke pêdaçûnewey be deqî em berheme kird.