Dilê gîrodey zulf û xal nebê
Şêwawî îşwey çawî kal nebê
Awatexwazî lêwî al nebê
Le botey ’eşqida zîwî qal nebê
Ew dile yaxwa yaxwa ber xencer dirê
Wek kotey qesab let û pet kirê
Demê be zîkirî yar nekirêtewe
Zûxawî cergî pê nesrêtewe
Girewî ’eşqî pê nebrêtewe
Şukirî cananey pê nedrêtewe
Ew deme yaxwa yaxwa encin encin bê
Xinkawî behrî xemî bê bin bê
’eqlê wek ’ebid û xizmetkar nebê
Le qapî yara fîdakar nebê
Le sahey ’eşqida çapûksiwar nebê
Le hîley reqîb agadar nebê
Ew ’eqle yaxwa yaxwa beşî şêtî bê
Xwêrî û kolankol her papetî bê
Honrawe: fewzî