Îsmaîl Axa Çewgalî

Baran Barane

Bi dengê: Îsmaîl Axa Çewgalî
Diyalekt: Soranî
200
Erê wey barane girtî ew dole
Erê wey barane girtî ew dole
Yarêkim girtuwe hewrî le kole
Yarêkim heye zor nerim û nole

Ewe beynêke dûr le yaranim
Wek bazî bê aw ’aşiqe baranim
Bo lêm torawî derdit le gyanim
Belat be gyanim
Erê wey barane rêze be rêze
Ey wey barane rêze be rêze
Dayme çawêkim le rêy karêze

Ba biroyne bêstûn bîbînîn ferhad
Ba biroyn bo bêstûn bîbînîn ferhad
Ba bizanîn çî kird ’aşiqî renc bebad

Bew estêrekey serî qelatê
Xoşî nemawe le hîç wilatê

Xem ba wefaye daym refîqe
Şadî kemşerte dê be deqîqe

Oxey wa dîsan xoşîm dî şewêk
Ewîş bo jyan lêm bû be xewêk

Emşew zamekey hîcranî yare
Dîsan zamekey hîcranî yare
Lêm hatewe swê wek gestey maran
Erê wey barane ax nim nim daydawe
Ey wey barane nim nim daydawe
Egrîcey le ban gonay ladawe
Gul be cor core xermaney dawe*???

Gêjelokekey henasey kensaw*???
Girtî deşt û der tarî kird hetaw
Çunke le feslî geşt û guzare
Delê le feslî geşt û guzare
Cêgay awelan çol û dyare

Her min mawim wek berxî mêgel
Des şikaw ran şel, pê şika û şel*???
Baran barane hewr û barane
Yar xudahafîz dest lêkberdane

*???= ew beşaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.
Zor sipas