Xoşe pêm şem bim, le nêw cerg û dilî şewda bisûtêm
Bibme rûnakî refîqan, xoşim her tenya bisûtêm
Daye daye daye daye û daye daykî xoşewîstim
’ehde bestûme heta mabim wekû bit bitperistim
Şerte bestûme heta mabim emin zor bitperistim
Yan wekû mecnûn be awrî ’îşqî leyla bêwefakem
Yan wekû mecnûn be ’îşqî cwanîy leyla bêwefakem
Lew kej û kêwane wek dêwane û şeyda bisûtêm
Bom bida dest sa’etê leyla bigirme baweşî xom
Paş nemanim ba le nêw awrî cehennemda bisûtêm
Zor lemêje arezûme şewçirakem derkewê, ta
Min wekû perwane xêra bêm û bêperwa bisûtêm
Carubare dê le gwêm daye dengî lay layeket
Carubare wa le gwêm dê dengî lay layeket
Yarebî qet kem nebê daye leser min sayeket
Honrawey beşêk le goranî: seyd kamîl îmamî