Halî derdî mnî xembar bpirse
Naley şewî giyanî bîmar bipirse
Hemû dên û le ehwalim epirsin
Dil û giyanim de toş yekcar bipirse
Le ciwanî to rwawe gul le gulzar
Balay rêkit taze berhem eda diyar
Le tawî rûmetî wêney gulî to
Bulbul asa enalênim ekem zar
Dilim bê to perêşane şêwawe
Ke rûy tom dî xemim perş û bilawe
Eger derdî dilim beş kem ezanî
Dilî bê derd le dinyada nemawe
Tal tal perçem beser rûta bilawe
Gul û rîhane û sumbul têkelawe
Beser rûta perêşane dû zulfit
Beher talêk dilêk helwasirawe