Şew raşika
ejnom şil bû
Mang be taqî asmanewe helpirûka
Dergektim lê bikewe
emşew hatûm
Bo çinînî çepke nêrgizêkî çawit
Bo wiçanê
Bo xewnê, toze giryanê
Le ser hewrî qijî xawit
emşew hatûm
Tirûskayî şarî yadgar bangî kirdûm
Le gel sîmay minalîma
Le gel xemî şorebîma
Hatûm û nagerêmewe
Ya pêt degem
Ya wek momêk
Desûtêm û detwêmewe
dergeketim lê bikewe
Her dildarkey caranim
Her kêlgekey ber dergetim
Her tînûekey ber kirêwe û ba û baranim
dergektim lê bikewe
Min ew kesem
Ta dwênê bû
Le naw gerûy rûnakîda detşardimewe
Le naw camî metrisîda detxwardimewe
dergektim lê bikewe
Kift û manûy rêgey dûrim
Wekû caran
Kemêk le lat demênmewe û radebûrim