
Gulêkî bo cefa xuliq kirawî
Be awî dilrifênî aw dirawî
Be etrî bê wefayî xoş kirawî
Çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî? Leser çî torawî?
Boçî bijîm be bê gulim namewê ew jiyane
Delê cefa be bejnî min birawe
Le bêwefayî gul dilim şikawe
Dilim be xwêne taqetim nemawe
Çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî? Leser çî torawî?
Boçî bijîm be bê gulim namewê ew jiyane
Helale gerdin û be bê qisûrî
Debê eto nezanî derdî dûrî
Rewa nîye le cormî min nebûrî
Çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî? Leser çî torawî?
Boçî bijîm be bê gulim namewê ew jiyane
Gulêkî xem rewênî rû be xalêm
Dilî mine be tîrî to denalêm
Qesem be îşqî pakî to kejalêm
Çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî? Leser çî torawî?
Boçî bijîm be bê gulim namewê ew jiyane
Le lutfî to demêke bê miradim
Le hîcrî xaleket kiz û kesadim
Be lutfî towe serblînd û şadim
Çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî? Leser çî torawî?
Boçî bijîm be bê gulim namewê ew jiyane