Male babim bê wefa sebirim nema ta key cefa
Sîngit baxî basefa lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qend û rû mahî tabanim
Derdî ’îşqim karîye wa xwên le çawim carîye
Min beşim xembarîye lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qend û rû mahî tabanim
Ey gulim ey lalerû ey bulbulî dêwanexûm
Bê sebeb şeyda nebûm lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qend û rû mahî tabanim
Naley ’îşqe beşim min ’aşiqî çawî reşim
Zîze yarî mehweşim lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qend û rû mahî tabanim