Mihemed Mamlê

Xemî Xom Nîye

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
357
Xemî xom nîye xemî tome
Xembar bî min rencerome
Be dil ’aşiq azîzim be xalit bûm dîdekem
Melê şête şêtî tome

Be biro fermût biro boye
Êsta giryan û rorome
Dest helnagirim azîzim le balay to dîdekem
Hemû ’alem bimka lome

Be birjangit qesem ta hem
Giriftarî dawî tome
Nakem men’î azîzim to çûn cwanî dîdekem
Men’î harî dilî xome

Xerqî çomî ’îşqî to bûm
To necatim de lew gome
Lêm mepirse azîzim boçî degrîm dîdekem
Kêşem degel bextî xome

Her bew swêndey ke bot xwardûm
Çawciwanê pabendî tome
Fermûy kure azîzim xemê mexo dîdekem bimirim hîç, bijîm î tome