Sale tewre

Mizgênî Bê Behare

Bi dengê: Sale tewre
Diyalekt: Soranî
215
Beharim çende xoşe gul ehênê le kawe
Mijdey bidene bulbulan ’aşiqêkî dil sûtawe
Gulû rêhan tê biken de gel swêsney de sawe
Ew dinyayey wa rengîn ta ser wefay le bo kes nemawe
Mizgênî bê le biraderan behare behar ey ax

Qurban hewrî beharê dehatin hatin le dem kosaran
Lew beharî sewzepoş le bulbul le rûbaran
Gulan zerdû sûr debûn le dem cow cobaran
Wenewşem zehîf dedî şîn debûn le cobaran
Mizgênî bê le biraderan behare behar ey ax

Newbeharî le kwêstanî de ’ezîm hewr lêman dexroşin
Leber nexşî beharê wey gul zerbafit epoşin
Her wekû sehray çînê cumley mîsk firoşin
Leber şadî beharê çend le zewqû le coşin
Mizgênî bê le biraderan behare behar ey ey ax

Qurban beharim sewzepoşin lêm şîn debûn gulale
Le min depşikûtin wenewşey lêm şîn debû helale
Dehatne derê swêsnew mêlaq wey sûrgule taftey ale
Leber bonî wan gulan yaran debûn bê hale
Mizgênî bê le biraderan behare behar ey ax

Hewrî de reş dehatin deyangirt berî ’asmanê
Le gurey de şemalî le rişêney de baranê
Xem le dilî min çend zorin ba biçin degel zistanê
Kwêstanim dît be temê wey ewel mangî nîsanê
Mizgênî bê le biraderan behare behar ey ax