Mihemed Mamlê

Peyamî Dil

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
402
Were peyamî dilim bere bide be gulim
Le hîcrî xalî ruxî, pisandî bendî dilim
Mede ezabim, bnêre ciwabim
Lebaxî taze berim, xerîb û derbederim
Esîrî dawim, be dil sûtawim
Leyarî laleruxim, demêke bêxeberim

Qesem be husnî cemal
Qesem be çawî kejal
Qesem be zulfî reşit
Qesem be rojî wîsal
Nemawe rengim, sûtawe cergim
Lesozî naleyî dil, le razî bulbul û gul
Ke bê muradim, kiz û kesadim
Le bê wefayî behar, le hîcrî çawî xumar

Kizey henasey reşim, sirîşkî sûr û geşim
Le bê wefayî felek, ewane bûne beşim
ezîzî malim, şehîdî xalim
Qesem be xendeyî rût, dilim xemgîne ledût
Fîxanî îşqim, xew û xeyalim
Qesem be cewr û cefat, qesem be îşq û wefat

Kesêk heye le cîhan, le îşq û razî nîhan
Bzanê halî dilim, le îşq û dad û fuxan
Esîrî dawim, be dil sûtawim
Fuxan û şîne beşim, bibîne bextî reşim
Çîye gunahim ke bê penahim, felek kiz û be teme; le êşî cergî reşim