Kerîm Kaban

Temen

Bi dengê: Kerîm Kaban
Diyalekt: Soranî
499
Ey temenî pir esrînim eroy awir nadeytewe
Legel hemû hengawêkda le umrî min esrêytewe

Xozge minîş wek pepule gişt temenim werzê bwaye
Dûr le xem û talî jiyan tenha gulim binasyaye
Rêgam sewday tenyayîye û kesê naye bo serdanim
Îtir çîbkem lem temene ke le hemûy peşîmanim

Le giryanî minalîma pêkenînim be xem ehat
Keçî êsta xem deryaye û bo kenarim şepol edat
Le sed cara tenya carê zerdexene dête mîwan
Wek sêberî lay êwarey xornişînî dar erxewan

Ey hawrêyan çawim nuqmî nîgarêkî pir behare
Tasem werî, belam hêşta xoşewîstîm her bêdare
Êstaş gelay umrî gencîm weku payîz helwerîwe
Kê weku min tem û xumar pencerekey dapoşîwe
Ey temenî pir esrînim eroy awir nadeytewe
Legel hemû hengawêkda le umrî min esrêytewe