Mihemed Mamlê

Ger Jwaneket Serî Negirt

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
363
eqlim royî umrim fewta ey dad leber Leylaye
Rojê qewlanim dedatê şewê le jwanim naye
Qewlî diro, wedey xîlaf hemû tefre û edaye
Textit sûtê baban şêwaw ewe şert û wefaye

Ger jwaneket serî negirt her dûr be dûr le derkê
Zerdêkit bête ser lêwan ba kulî dilim damirkê

eqlî birdûm şêtî kirdûm şêwandûmî ew ciwane
Qewlî damê bête jwanê be ziyad nebê ew jwane
Çawim xêl bû laqim şil bû şew be ser çû beyane
Bextit sûtê baban şêwaw ewe ehd û peymane
Ger jwaneket serî negirt her dûr be dûr le derkê
Zerdêkit bête ser lêwan ba kulî dilim damirkê

eqlî birdûm şêtî kirdûm şêwandûmî ew yare
Qewlî jwanî legel girtim galtey pê kirdim diyare
Çawim xêl bû laqim şil bû sîs bûm lew bin dîware
Bextit sûtê baban şêwaw ewe qewl û qerare
Ger jwaneket serî negirt her dûr be dûr le derkê
Zerdêkit bête ser lêwan ba kulî dilim damirkê