Mihemed Mamlê

Hey Naye Naye

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
425
Erê bîke bo xatrî gyane ’îşqî le destiçû
Kalê serit helêne cwanê awrim tê berbû
Gyane ne min jin dênim kalê ne to bike şû

Hey naye naye naye dengî gware zêr naye
Rojê carêkim bese bîbînim le bêlaye
Xalekey ser rûmetî cwane nexşî xudaye

Erê ne çaw têr debê gyane ne dil debêzê
Kalê xom lêre mawim gyane yar le tewrêzê

Hey naye naye naye dengî gware zêr naye
Rojê carêkim bese bîbînim le bêlaye
Xalekey ser rûmetî cwane nexşî xudaye

Serêke mestî nazit, dilêke bot nemawe
Dilim heqî be deste fitway serî dirawe
Le’net le yarî dirozin wefay bo kes nemawe
Hewt salan yarî min bûy boçît nekird mal’awa

Erê derdêkî dawmê gyane dermanî nekird
Kalê şemal be befrî gyane/cwanê kwêstanî nekird

Hey naye naye naye dengî gware zêr naye
Rojê carêkim bese bîbînim le bêlaye
Xalekey ser rûmetî cwane nexşî xudaye