Mihemed Mamlê

Zemane

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
397
Zemane gulêkî damê lêy sitandim
Bonim pêwe nekird lêy helpisandim
Rîşey cerg û dilim bû ew guley min
Felek zor bêwefa bû lêy standim
Ay gulekem way gulekem bonxoşekem
Paşî balay to dil be kê xoş kem

Xerîb mawim le taranê bo wat kird
Esîr mabûm le zîndanê bo wat kird
Leber xatirî xoşewîstît bo wat kird
Leber taqe birakey xot bo wat kird
Ay bo wat kird, way bo wat kird, giyan bo wat kird
Be destî xot male min û xot xra kird

QetareÊ
Ewşoke dîsan derûn pir xemen
Karwanî xeman le laman cemen
Saqî sa dexîl we firyadim res
We rûy nazewe cam bigre wedes
Bo gulaley dil dilber ezîzen
Mezey talî xem, yaran lezîzen
Çend wexte dilim xemgînî Leyiln
Wa diyare Leyla bê ruhim û meyiln
Meken menyî dû çawî pir le awim
Be destî qewm û xwêş min dilşikawim
Le dinyada be mergit takû mawim
Kizey dê le dil û cerg û henawim
Ay xerîbim way xerîbim ay xerîbim
Sûta cergim le destim çû hebîbim

Şayî û şînim têkel bû ey gulî min
Behare perpere jaka gulî min
Sebebkarit zelîl û qurbeser bê
Şew û roj xwardinî xwênî ciger bê
Ay xerîbim way xerîbim ay xerîbim
Sûta cergim le destim çû hebîbim