Eger to wefadarî
Eger berastî yarî
Peymanî rastîm bideyê
Yar mergî be yekcarî
Le dûdlît waz bêne
Carê wefat binwêne
Dil hawarî bot hêna
Nehatî be hawarî
Dawê le zulifit nadem be şarê
’aşiqî tome netpirsî carê
Natwanim bê to gyane natwanim
Bê meylî toye azarî gyanim
Ba bes bê em jyane
Jyanî merg û jane
Xoşewîstît sûtane
Sûtawim be azarî
Ey nazanî bawanim
Agir berbû le gyanim
Rêt neda be karwanim
Rojêk be mîwandarî
Dawê le zulifit nadem be şarê
’aşiqî tome netpirsî carê
Natwanim bê to gyane natwanim
Bê meylî toye azarî gyanim
Awaz: zekerya
Honrawe: cebar hebîb