Role korpekem aramî gyanim
Xunçey gulzarî baxçey jyanim
Cigergoşekem, berhemî jînim
Serwet û malim, ayîn û dînim
Hêz û tewjimim bînay çawanim
Hawdengî bezmî roj û şewanim
Role gyan megrî megre behane
Binû direnge berî beyane
Hey laye laye korpey sawaye
Kwêr bê ew çawey bo to helnaye
Herçen to degrî cergim kebabe
Min bo to çonim, toş bo min wa be
Heta êstake mindalî wirdî
Xelf û nemamî bêstanî kurdî
Hîwam zor pête wek bab û kakit
Bibye serbazî netewe û xakit
Bab û bapîrit, xizim û kes û kar
Zoryan kêşawe meynet û azar
Zana û xwêndewar, çaw û dil têr bî
Rojî tengane piling û şêr bî
Toş wek ewan be; netirs û nebez
Bazî kêwî be! ne kewî qefes
Hey laye laye korpey sawaye
Qezat le gyanim taqaney daye