Leyla Ferîqî

Gêrandinewe

Bi dengê: Leyla Ferîqî
Diyalekt: Soranî
232
Xo bedestîyewe bûkeşûşe nîm
Ta be keyfî xoy gemem pê bikat
Îdî qet bo lay nagerêmewe
Taze natwanê karim tê bikat
Emro her wekû hîç rûy nedabê
Hat û baweşêk gulî bo hênam
Wekû mindalê bo koşî daykî gerabêtewe û hatewe bo lam
Be corêk hestim têkel hestî bû girî tê berdam sîmay şeketî
Detgut kotayî dinya hatuwe ke firmêskim dî leser rûmetî

Ewendem zanî çolekey destim le nêw destîda aram xewtuwe
Beser şanîda têr û pir giryam kê delê riqim lê helgirtuwe
Çendim gut îtir ewm xoş nawê qînim lê debê û naçmewe bo lay
Belam ewînî hênde behêz bû çûmewe sayey dirextî balay