Herçî carê radebrî dekulê cergî be xwênim
Wek baldarî bê lane tere û bê ser û şwênim
Ta mirdin bîrim naçî dildarî xemrewênim
Hawdemî ’eşqî to bûm kesî tir nadwênim
Ey mero azîzekem be tenya cêm mehêle
Leser to aware bûm û becê mawim lew xêle
Dîn û dilit lê sendûm be zebrî çaw û ebrot
Kewtûmete hîlakî û çenê bêbakî boxot
Min bûm be dîlî destit besram be zincîr û kot
Her gunahê kirdûme yarebî biçê be estot
Ey mero azîzekem be tenya cêm mehêle
Leser to aware bûm û becê mawim lew xêle
Çen salê xoşim wîstî
Be aşkira û nihênî
Pawen we pa û belênî
Qewl û qerar wa bû qet dilim nerencênî
Hîç xwa lêt helnagrê ’aşiq helxeletênî
Ey mero azîzekem be tenya cêm mehêle
Leser to aware bûm û becê mawim lew xêle
Perçemit kirj û lûl kird hênate ser tewêlê
Tefredane takû key bo lêm kewtûyte fêlê
Birjangit wekû neşter perdey dilim ekêlê
Hêşta her des be du’am ke xwa tom bo bihêlê
Ey mero azîzekem be tenya cêm mehêle
Leser to aware bûm û becê mawim lew xêle
’eşqit wek kot û zincîr çuwete herdû pêmewe
Bûy be sêber û saye be ser cêge û rêmewe
Wîstim cêt bêlim birom boxom ser binêmewe
Ulfetim pêwe girtûy her bo lay to dêmewe
Ey mero azîzekem be tenya cêm mehêle
Leser to aware bûm û becê mawim lew xêle