Eta Çawşîn

Yadî Bexêr

Bi dengê: Eta Çawşîn
Diyalekt: Soranî
220
Ew guley meşhûrî gişt ’alem bû kwa yadî bexêr
Meylî wî dermanî derdî min bû kwa yadî bexêr
Çon debê fikirit nebê tîrît le cergim karîye
Ew demey bûme nîşaney to yadî bexêr
Bay şemal bîda be dest ew dulbere hawarim
Melhemêkim bo binêrê bo dilekey zamdarim
Min ke seydî tîrî seyyadim nema seyyadî min
Ew demey tîrit le cergî min deda yadî bexêr
Ew ke deyfermû wefadarim be şertî ’aşiqî
Çon le yadim çê kelam û xendekey yadî bexêr
Bay şemal bîda be dest ew dulbere hawarim
Melhemêkim bo binêrê bo dilekey zamdarim
Min denalênim ke bo leyla le gulzara nîye
Çawî mest û xalî lêwî ew gulem yadî bexêr
Çawekem ta key wekû mecnûnî şeyda nale kem
Her leser şertî qedîmîm bêwefa yadî bexêr
Bay şemal bîda be dest ew dulbere hawarim
Melhemêkim bo binêrê bo dilekey zamdarim
Honrawe: haşim nanewazade