Elî Merdan

Heste Ba Biçîn Bikeyn Temaşa

Bi dengê: Elî Merdan
Diyalekt: Soranî
242
Heste ba biçîn bikeyn temaşa
Le mêrxuzar û lay baxçeyî paşa
Seyr ke nesrîn û wenewşe û gulzar
Bulbul exwênê em dar bo ew dar

Çawêk bigêr le mêrxuzard
Xemî derûnit bide be bada
Xem û hem û tem le dilit der ke
Emro dinyaye sibheynê merge

Heste gwê bide nexmey musîqa
Lem dû sê rojey dinyay bê beqa
Keman û ’ûd û qanûn û gîtar
Bot elên qetar legel ney û tar

Saze sentûre gwê bidere newa
Temûre û temûr bide be awa
Ger gwê le seba û rastê bigrî
Bo halî ’aşiq zûtir egrî