Elî Merdan

Gerdin Bilûr

Bi dengê: Elî Merdan
Diyalekt: Soranî
337
Şew û roj le xeyal û leber çawî
Beser kulme pexşe perçemî xawî
Gerdin bilûr dyare le dûr
Le herde û baskî şarezûr
Lêkewtûm û piştim çema
Her be temam mal dil rima
Şew û roj le xeyal û leber çawî
Beser kulme pexşe perçemî xawî

Erwanîme qed û balay lewlawî
Fewtam û be hîlak çûm le pênawî
Le nakawî kewtime dawî
Dil darza le pênawî
Bese ey çaw memxere daw
Gerdin berzey bala lewlaw
Gerdin berzî bala lewlaw
Şew û roj le xeyal û leber çawî
Beser kulme pexşe perçemî xawî

Be ber demda lence eka dê û derwa
Şêtî kirdûm ke çî pêm naka birwa
Be keyfixoşî be serxoşî
Firîwî dam be bêhoşî
Lêy bike sil etxate gil
Gulî serçil dayrzan dil
Şew û roj le xeyal û leber çawî
Beser kulme pexşe perçemî xawî
Gerdin bilûr dyare le dûr
Le herde û baskî şarezûr
Lêkewtûm û piştim çema
Her be temam mal dil rima
Şew û roj le xeyal û leber çawî
Beser kulme pexşe perçemî xawî